09:47 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Donbass

    Li Donbassê nêzî 3 hezar sivîlan can da

    © Sputnik/ Dan Levy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Komîteya Heyva Sor a Navnetewî ya Ukraynayê (ICRC) ragihand ku ji dema operasyona Donbassê ya rojhilatê welat heta niha nêzî 3 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

    ICRCê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, "Li rojhilat Ukraynayê di encama şerê çekdarî de zêdetirî 2 hezar û 700 sivîl hatin kuştin."

    Wezareta Derve ya Ukraynayê amarên daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) parve kir û da xuyakirin, di şerê 3 salan ê Donbassê de bi kêmî 2 hezar û 500 sivîlan can daye û li dor 7-9 hezar kes jî birîndar bûne.

    Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, "Tenê li nîveka pêşî ya vê salê de 400 sivîl bûne qûrbanê vî şerî û reqem ji hejmarên heman serdema sala 2016an ji sedî 60 zêdetir in."

    Herwiha hat diyarkirin ku heta niha zêdetirî 1 milyon û 600 hezar kes neçar mane li Ukraynayê terka malên xwe bikin û pêdivîya 3 milyon û 800 hezar kesan jî bi alîkariyên mirovî heye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Hewlêrê ji bo referandûmê 53 navendên tomarkirina navan hatin vekirin
    Hêzên Pêşmerge 15 terorîstên ku ketibûn nav koçberan deşîfre kirin
    Wezîrê Tirk: Li Diyarbekirê qet rastî terorê nehatim
    Operasyona Tilaferê bi beşdarîya Heşdî Şebî destpê kir
    Li Amedê kesekî bi çakuçan êrişî peykerê Ataturk kir
    'Erdogan pîvan derbas kirin'
    Etîketan:
    Rûsya, Ukrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de