07:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdên Rûsyayê

    Kurdên Rûsyayê dest bi çalekiyên piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Kurdên Sovyeta berê ku li Moskowê dijîn bi kelecanî li benda roja referanduma serxwebûna Kurdistanê ne. Kurdên Moskowê dest bi çalekiyên piştgiriya serxwebûnê dikin.

    Kombûna danasîna pirtûka kurdzana navdar Evgeniya Vasilyeva ya bi navê "Parçebûna siyasî ya Kurdistanê û trajediya kurdan" ku têde sedema sereke ya trajediya kurdan, wekî tunebûna dewletê tê destnîşankirin, vegeriya çalekiya piştgirîdana referanduma serxwebûna Kurdistanê. Pirtuka Vasilyava ji aliya Enstîtuya Kurdistan û Asya Pêş û bi sponsoriya Dr. Ebûbekir Şah Mehmûd hat çapkirin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê di kombûnê de nûnerên sîyasetzan û zanyarên kurd ên mîna Îkbal Durre, Ridwan Badînî, Nodar Mosakî, Yuriy Dasinî, Nadya Koçoyî, rojnamevan, hejmareke rewşenbîrên rûs, her wiha nûnerên xwendevan û ciwanan amade bûn. Siyasetmedar û zanyarên kurd daxwaz ji Herêma Kurdistanê kirin ku derfeta dengdayînê ji bo wan jî were dayîn.

    KURDÊN RÛSYAYÊ DAXWAZA DENGDAYÎNA REFERANDUMÊ DIKIN

    Seroka Navenda Parastina Kultura Kurdî ya li Moskowê Nadya Koçoyî daxwaziya xwe weha anî ziman û got: "Ez gelek bextewer im ku roja referandumê hatiye destnîşankirin. Ez wek jineke kurd, wek nûnera Federasyona Rûsyayê gelek rica ji hikumeta Kurdistanê dikim ku bila li Nûnertiya Kurdistanê ya li Rûsyayê jî sindoqek bê danîn da ku hemû kurdên ku serxwebûna Kurdistanê dixwazin, bikaribin dengê xwe bibin. "

    Nûnerên ciwanên kurdên Rûsyayê jî, amadekariya çalekiyeke hevbeş a li gel ciwanên Rûs dikin. Lêvan xwendekarê Zankoya Moskowê ye û li gel ciwanên Rûs amadekariya çalekiyeke dike. Lêvan dibêje: "Di ofîsa Baska Ciwanan a Partiya Rûsyaya Yekgirtî de, bi destpêşxeriya min dê Mêzgirdeke vekirî ya li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê bê organîzekirin. Ez gelek hêvî dikim ku ev çalakî dê bibe alîkar ku wêneya rasteqîn a pirsgirêka kurd di nava ciwanên Rûsyayê de zelal xuya bibe. Em ê tê de mijara giştpirsiyê bi berfirehî gotûbêj bikin. "

     

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn û Barzanî li ser hevkarîya qada enerjîyê peyivîn
    Pûtîn û Barzanî hevkariya Herêma Kurdistanê û Rosneftê axivîn
    Peskov: Pûtîn û Barzanî şandina çekan neaxivîn
    Barzanî û Pûtîn li hev dicivin
    Etîketan:
    Kombûna kurdzan û siyasetmedarên kurd li Moskowê, Evgeniya Vasilyeva, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de