14:56 18 Mijdar 2017
Zindî
    Ji objektîfên rûsî şerê li Sûriyeyê - Sûriye - sûriyeyê

    Rûsya: Em hêvîdarin muxalefet di paqijkirina hêlînên terorê de bibe alîkar

    © Foto: VGTRK/Alexander Pushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku ew hêvî dikin muxalefeta Sûriyê di têkoşîna dijî terorê de çalaktir bibe.

    Wezareta Derve derbarê gera 6an a hevdîtinên Astanayê de daxuyaniyek weşand û tê de got, yekem armanca avakirina herêmên kêmkirina rageşiyê li Sûriyê, paqijkirina hêlînên terorê yên li wî welatî ye.

    Wezaretê li ser têkoşîna bênavber a dijî terorê ragihand ku ew hêvî dikin muxalefeta Sûriyê ji aliyê leşkerî, siyasî û îdeolojîk ve bi awayekî çalaktir beşdar bibe.

    Di daxuyaniyê de behsa xebatên bo avakirina herêma çaremîn a kêmkirina rageşiyê ya li Idlibê hat kirin û hat gotin ku dê ew herêma çaremîn rê li ber provokasyonên Fetîh el Şamê (El Nûsraya berê) bigire û bihêle ku xelkê sivîl vegere nav prosesa aştiyê.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha daxwaz ji civaka navdewletî û welatên zilhêz jî kir, piştgiriyê bidin biryarên hevdîtinên Astanayê ku dê ev yek jî bihêle rê li ber vegera koçberên Sûriyê yên li Tirkiye, Urdun û Lubnanê veke.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Almanyayê êrîşa bi kêran: Kesekî can da, yek jî birîndar bû
    Yekem Dadgeha Înternetê dest bi kar kir
    Li Colemergê bombe bi cerdevanan de hat teqandin
    HDP: Em gelên Kolombiyayê pîroz dikin!
    Serokatîya Herêma Kurdistanê: Gelê Kurdistanê hevxemê Barcelonayê ye
    Wezareta Pêşmerge: Mafê kesî nîne li ser biryara gelê Kurdistanê biaxive
    Etîketan:
    Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de