00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Helîkoptera KA-32

    Rûsya wê helîkopterên Ka-32 îxracî Tirkiyeyê bike

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Hat ragihandin ku dewleta Rûsyayê wê helîkopterên Ka-32 ku pir biarmanc têne bikaranîn wê îxracî Tirkiyeyê bike.

    Şirketa helîkopterên Rûsyayê ku girêdayî dewletê ye di daxuyaniya xwe de ragihand ku di mijara sewkiyata 8 helîkopterên Ka-32 bo derveyê welat de peyman hat îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de wê cara yekemîn helîkopterên Ka-32 sewkî Tirkiye û Taylandê werin kirin.

    HELÎKOPTER DI OPERASYONÊN ÎSTÎXBARATÎ DE JÎ TÊNE BIKARANÎN

    Helîkopterên Ka-32 ji xeyrî lêgerîn û rizgarkirin, agirkuj, bar kişandin, veguhestina nexweşan û devriyê di operasyonên îstîxbaratî de jî têne bikaranîn.

    Kapasîteya Ka-32 4 ton av e, seetê digihîje 270 kîlometro lezê û 980 kîlometro menzîla wê heye. Helîkopter bi hêsanî dikare li herêmên çiya û daristanan fealiyetê bimeşîne.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Tehranê li hev dicivin
    ‘Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo herêmên kêmkirina rageşîyê li Sûrîyê hemfikir in’
    ‘Rûsya û Tirkiye ji bo ku bihevre balafirên şer çêkin danûstandinê dikin’
    ‘Hevkariya Rûsya, Tirkiye û Azerbeycanê girîng e'
    Wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Îsraîlê bo Sûriyeyê li hev civiyan
    Etîketan:
    Rûsya helîkoptera Ka-32 îxracî Tirkiyeyê dike, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de