09:05 22 Îlon 2017
Zindî
    Aleksandr Novak

    Ji Rûsyayê bi serokatiya Novak heyetek tevlî fuara Îzmîrê dibe

    © Sputnik/ Sergey Chernyh
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Hat ragihandin ku ji Rûsyayê bi serokatiya Wezîrê Enerjî Aleksandr Novak heyetek tevlî Fuara Navneteweyî ya Îzmîrê ya 86emîn dibe.

    Heyeta rûsî li Fuara Navneteweyî ya Îzmîrê ya 86emîn wê di qadên bazirganî, enerjî, têkiliyên dualî û beşên din de hevdîtinan pêk bîne.

    Di heyeta de nûnerên şirketan û wezîrên rûsî cih digirin û serokatiya heyetê Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê ku di heman demê de Serokê Komîsyona Hikûmetên Tirk û Rûs dike Aleksandr Novak dike.

    Di fuara Îzmîrê de ji xeyrî nirxandina mijarên bazirganî û enerjiyê tê pêşbînîkirin ku sewkiyata firingiyan bo Rûsyayê jî were axaftin. Herwiha di fuarê de wê civîneke maseya girover a bi navê ‘di warê enerjiyê de bingeha Hevkarî ya Tirkiye û Rûsyayê' were lidarxistin.

    Fuara Îzmîrê hetanî 27ê Tebaxê dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Novak: Dibe ku Akkuyu heta sala 2023an temam bibe
    Novak: Peymana di navbera endamên OPECê wê asta hilberandina petrolê diyar bike
    Novak: Me Herka Tirk bi peymana li gel Ûkraynayê senkironîze kir
    Novak û Zeybekçi protokola KEKê îmze kirin
    Novak: "Dibe îro peymana Herka Tirkî were îmzekirin"
    Etîketan:
    Fuara Navneteweyî ya Îzmîrê ya 86emîn, Aleksandr Novak, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de