17:44 23 Îlon 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Dê hewlên çareseriya leşkerî ya Koreya Bakur felaketê bîne

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku dê her cure hewlên çareseriya leşkerî bo krîza Koreya Bakur felaketê bi xwe re werîne.

    Zaxarova di civîna çapemeniyê ya heftane de li ser mijarê wiha axivî: "Em bi biryardarî dibêjin ku dê hewlên çareserkirina kêşeya nîvgirava Koreyê bibin sedema trajediyeke mezin, mirina girseyan û helbet rê li ber karesatên însanî, aborî û felaketên ekolojîk veke."

    Zaxarova diyar kir ku ew di vê çarçoveyê de ji hemû welatan re dibêjin hewl bidin ku ev kêşe neyê asteke bêveger û bi xwînsarî tevbigerin.

    DÊ LAVROV Û KANG KYUNG-WHA LI MOSKOWÊ BICIVIN

    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Têkoşîna Dijî DAIŞê Brett McGurk
    © AFP 2017/ AHMAD ABDO
    Zaxarova herwiha ragihand ku dê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov 25ê Tebaxê hemkarê xwe yê Koreya Başûr Kang Kyung-wha li Moskowê pêşwazî bike.

    Berdevka Wezaretê da xuyakirin ku dê her du wezîr ji bilî pêwendiyên dualî giraniyê bidin mijara rewşa nîvgirava Koreyê û herwiha li ser babetên navdewletî û herêmî jî gotûbêjê bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: Me negotiye referandûm neyasayî ye
    ‘Îşkence li keça min a 6 salî kirin’
    McGurk li Reqayê bi YPGê re civîya
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Termê muxtarê Kurd ê ku winda bû hat dîtin
    Dadgeha Iraqê derbarê hildana Ala Kurdistanê de biryar da
    Ramos, Messî dîn û har kir!
    Etîketan:
    Koreya Başûr, Koreya Bakur, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de