21:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: Em hêvîdarin Îran ji peymana nukleerî venekişe

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dorpêç û ambargoya Amerîkayê ya li ser Îranê wek helwesteke bêberpirsiyarî nirxand û û bi bîr xist, dibe ku gavên bi vî rengî bibin sedema vekişandina Îranê ji peymana nukleerî ya sala 2015an.

    Lavrov daxuyaniya Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ya derbarê betalkirina peymana nukleerî de nirxand û got, "Em hêvî dikin Îran ji peymanê dernekeve. Herwiha hêvîdarim Amerîka jî berpirsiyariyên xwe yên plana hevbeş a peymanê binpê neke."

    Lavrov diyar kir, ligel ku Tehran berpirsiyarîyên xwe yên di çarçoveya peymanê de bicih anîne û Washingtonê ew piştrast kiriye jî Amerîkayê dorpêçên yekalî li ser Îranê sepandin.

    Wezîrê Rûsî bal kişand ser ku ti pêwendiya dorpêçên nû yên ser Îranê bi peymana nukleerî re nîne û got, "Tenê gotinek ji bo vê heye, dorpêçên yekalî di prensîbê de ne rewa ne. Ger ev dorpêç bi mebesta ku hevsengiyê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne bin, difikirim ku ev çalakiyeke bêberpirsiyarî ya binpêkirina hevsengiyê ye û dibe peymanê têk bibe."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pisporê Sîyasetê Vahab: Referandûm wê li Iraqê bibe sedema şerekî navxweyî
    Li Deyr ez Zorê milîtanên DAIŞê yên ji 3 welatan hatin kuştin
    Li Bexdayê ji bo Şîfa Gerdî merasîmeke xelatdayînê hat sazkirin
    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    ‘Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe'
    Baydemir bangî Abdullah Gul kir: Dengê xwe bilind bike
    Dalay Lama: Ez xeyal dikim ku navenda NATOyê bo Moskowê veguhesînim
    Merkel: Em bi Tirkiyeyê re di rewşa niha de nikarin peymanê bidomînin
    Etîketan:
    Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de