05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên amerîkî

    Rûsya: Amerîka li Afxanistanê biserneket, divê leşkerên xwe vekişîne

    © REUTERS/ James Mackenzie
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Nûnerê Taybet ê Afxanistanê yê Kremlînê Zamîr Kabûlov ragihand ku operasyona leşkerî li Afxanistanê ya Amerîkayê biser neketiye û bangî kişandina yekîneyên leşkerî ji Afxanistanê yên Washingtonê kir.

    Kabûlov ji rojnameya Îzvestiyayê re axivî û diyar kir ku, "Ti wext Rûsyayê ji bo vekişandina leşkerên Amerîkayê li Afxanistanê lezgîn tevnegeriya ye. Lê ji bo ku leşkerên amerîkî li Afxanistanê ti serkeftin bi dest nexistine divê vekişin. Afxanistan bûye bingeha terorîzmê ya navneteweyî."

    ‘RÛSYA LI DIJÎ LEŞKERIYA BI PERE YE'

    Kabûlov destnîşan kir ku Rûsya li dijî leşkerên bi pere yên girêdayî şirketeke taybet ya Afxanistinê ku li şuna leşkerên amerîkî peywirê dikin, derdikeve.

    ‘LEŞKERÊN BI PERE DÊ ÇAWA LI DIJÎ TALÎBANÊ ŞER BIKIN'

    Dîplomatê rûsî diyar kir ku ev mesele di rojên dawî de gelek car ketiye rojeva Washingtonê û got: "Amerîka di rewşeke neçar de maye û planên leşkerên bi pere li şuna leşkerên profesyonel, tiştek evdalane ye. Leşkerên bi pere dê çawa li dijî Talîbanê şer bike."

    Bi heman mijarî:

    Senatorê amerîkî McCain: Tu stratejiyeke me li Afxanistanê tine ye
    Senatorê amerîkî McCain: Em li Afxanistanê winda dikin
    Amerîka dixwaze hin leşkerên din bişîne Afxanistanê
    Pûtîn: Divê em bi hemû hêzên li Afxanistanê re têkiliyan deynin
    Etîketan:
    vekişin, leşker, Rojnameya Îzveztiya, Zamîr Kabûlov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de