17:48 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê / Ala Kurdistanê

    Balyozê rûsî di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 11920

    Balyozê Iraqê yê Rûsyayê Maksîm Maksîmov ragihand ku rêveberiya Moskowê piştgiriya yekîtiya axa Iraqê dike û bangî rûniştina maseyê li Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

    Maksîmov ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku, "Me gelek car beriya niha eşkere kiribû ku em piştgiriya yekîtî ax û serxweriya Iraqê dikin. Biryarên di derbarê yekîtiya Iraqê de, divê di encama muzakereyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk were."

    ‘DIVÊ ALÎ BI RÊYÊN MUZAKEREYAN LI HEV BIKIN'

    Maksîmov destnîşan kir ku pirsgirekên siyasî, aborî û nakokiyên herêmî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û divê ev bên çareserkirin. Maksîmov wiha pê de çû: "Ji ber vê yeke jî li ser yekîtiya bi hev re, divê alî li ser mijarên nakokî müzakere bikin û li ser rêbazên ku werin qebûlkirin li hev bikin."

    ‘DIVÊ JI GAVÊN KU IRAQÊ LAWAZ DIKE DÛR BISEKININ'

    Balyozê rûsî da zanîn ku ji gavên ku zerarê dide têkoşîna li dijî terorîzmê û Iraqê lawaz dikin, divê dûr bisekin.

    Maksîmov, "Peywirên ji nû ve zindîkirina welêt û îmxayên hucreyên terorê li beriya gelê Iraqê ne."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Ji bo ‘referandûma serxwebûnê’ amadekariya dengdana elektronîk
    Spanyayê astengî li beriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê derxist
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, Sputnik, Maksîm Maksîmov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de