00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Turîst

    Îdîaya ku li Antalyayê vîrûs hate dîtin bandoreke çawa li rezervasyonên rûsî kir?

    © AP Photo/ MOHAMED EL-SHAHED
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Saziya Parastina Mezexêr û Tendirustiya Însanên Rûsî (Rospotrebnadzor) ji bo îdîayên ku li Antalyayê vîrûs hatiye dîtin ragihand ku ev agahî ti bandor li rezervasyona turîstên rûsî nekir.

    Li gorî nûçeya rojnameya Kommersantê, Saziya Parastina Mezexêr û Tendirustiya Însanên Rûsî (Rospotrebnadzor) di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî îdîaya dîtina vîrûsê li Antalyayê tenê ji sedî 0.1ê turîstên rûsî rezervasyonên xwe betal kirin.

    Rojnameya Kommersantê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku digel hişyariyan jî turîstên rûsî dev ji rezervasyonên xwe yên li Antalyayê bernedan. Ji 600 hezar pakêtên ku hatibûn rezervekirin de zêde betalkirin derneketin.

    Li gorî agahiyên Yekîtiya Operatorên Tur a Rûsî (ATOR) di nava hemû rezervasyonên Tirkiyeyê de tenê ji sedî 0.17 hat betal kirin, ev jî ji 600 hezar paketî nêzîkî hezar pakêtî dike. Hejmara turîstên rûsî ku niha li Tirkiyeyê betlanê dikin 375 hezar e.

    Bi heman mijarî:

    Turîstên rûsî di rezervasyona xwe ya Tirkiyeyê de guherînê dikin
    Di meha rebendanê de turîstên rûsî ku serdana Tirkiyeyê kirin ji sedî 81 zêde bû
    Hejmara turîstên rûsî ji sedî 77 kêm bû
    Ji bo sala 2017an pêşbîniya 3 milyon turîstên rûsî tê kirin
    ATOR: "Êrişa Stenbolê bandorê li daxwaza turîstên rûsî nake"
    Etîketan:
    Yekîtiya Operatorên Tur a Rûsî (ATOR), Saziya Parastina Mezexêr û Tendirustiya Însanên Rûsî (Rospotrebnadzor), Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de