02:28 17 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: Krîza Amerîka-Koreya Bakur dibe vegere şer

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1710

    Wezîrê Karên Derve yê Sergey Lavrov ragihand ku qebûl nakin Koreya Bakur bibe welateke xwedî çekên nukleerî.

    Lavrov li foruma ku li Herêma Vladimîr ya Rûsyayê hat lidarxistin axivî û got: "Koreya Bakur peymana rêgirtina belavbûna çekên nukleerî mor kiribû, lê piştre ji vê peymanê vekişiyabû. Niha jî rêberiya Pyongyang îdia dike ku mafê wan ê hilberîna çekên nekleerî heye. Lê hûn helwesta Rûsyayê dizanin. Em Koreya Bakur ya çekên nukleerî qebûl nakin."

    ‘RÛSYA Û ÇÎN JI BO KRÎZ ZÊDE NEBE HIN PÊŞNIYAR KIRIN'

    Lavrov destnîşan kir ku Rûsya û Çînê ji bo krîza ku bibe sedema gelek mirina mirovan zêde nebe, hin pêşniyar pêşkeş kiribûn.

    Ji aliyê din ve Lavrov diyar kir ku krîza di navbera Amerîkayê û Koreya Bakur îhtîmal heye vegere şerek berfireh.

    Bi heman mijarî:

    Trump: Dibû ku daxuyaniyên min ên ji bo Koreya Bakur tundtir bin
    ‘Rûsya hêvî dike Amerîka rê ji çalakiyên xeterî yên Koreya Bakur re veneke’
    Koreya Bakur: Em amadehiya êrişa baregeha Amerîka ya li Guamê dikin
    Rûsya, Îran û Koreya Bakur li dijî mueyîdeyên Amerîkayê dê koalîsyon ava bikin?
    Trump: Em ê meseleya Koreya Bakur çareser bikin
    Etîketan:
    veguhastin, şer, nukleerî, krîz, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de