02:22 24 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn

    ‘Sekna Pûtîn a Rojhilata Navîn bi milyonan kes ji mirinê xelas kirin’

    © AFP 2017/ Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Wezîrê berê yê Lubnanê Wiam Wahhab ku bi xwe Durzî ye, bal kişand ser rola Rûsyayê di têkoşîna dijî terorê de û pesnê hewildanên Moskowê da.

    Wahhab di serdana xwe ya Rûsyayê de ji Spûtnîkê re ragihand, ne ji çalakiyên Moskowê bûya niha terorêzmê Rojhilata Navîn tune kiribû.

    Wahhab got, "Mudaxeleya Rûsyayê di parastina pircureyîya nazik (olî, netewî) gelekî bû alîkar û Rûsyayê hişt ku herêma me ji mengeneya terorîzmê rizgar bibe."

    Sîyasetmedar Wahhab da zanîn ku sekna Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bûye sedem ku li Rojhilata Navîn bi milyonan însan ji mirinê werin rizgarkirin û got ku Pûtîn wek parêzvanê azadîyan ketiye dîrokê.

    Wahhab destnîşan kir, "Rûsya bi çalakiyên ku ji heqê hemû civaka dinyayê derket. Ne jê bûya, dê Washingtonê 50 salên din jî piştgiriya rêxistinên wekî DAIŞ û El Qaîdeyê berdewam bikira."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sirri Sureyya Onder: Yekîtiya HDP û CHPê şert e
    ‘Tirkiye ji bo ku hevdîtinên bi Rûsyayê re bide lezê mahneyan dike’
    Stephen King: Trump û Kim pêşbirka, 'dînîtiyê’ dikin
    Goranê bertek ji Rabûn Merûf re nîşan da: Siyaseta me ne ew e
    Strana ‘Olurum Tirkiye'm' ji komeke kurdî hatiye dizîn
    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de