06:29 19 Tebax 2017
Zindî
    el kaîde- el nûsra

    Keça ku dixwest beşdarî Fetîh el Şamê bibe 3 sal ceza xwar

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Keça 20 salî Valeriya Starostenko ku çûbû Sûriyê û xwestibû beşdarî nav rêxistina Fetîh el Şam (El Nûsraya berê) bibe, bi 3 sal sizayê girtîgehê hat sizadan.

    Keça Rûsî di payîza 2016an de bi rêya milîtanê Fetîh el Şamê Abdullah ku soz zewacê dabûyê, xwest biçe Sûriyê.

    Starostenko li dema ku dixwest biçe balafirgeha Stenbolê li Balafirgeha Şeremetevo ya Moskowê ji aliyê Hêza Federalî ya Rûsyayê (FSB) ve hat binçavkirin.

    Endamên FSB di çenteyê Valeriya de, sîparîşên alavên tibî bi dest xistin û Valeriyayê li xwe mikur hat ku ew diçe Sûriyê daku beşdarî Fetîh el Şamê bibe.

    Dadgeha Novosibirskê 3 sal cezayê girtîgehê li Valeriya birî, lê nekarî nasnameya rastîn a milîtanê Fetîh el Şamê Abdullah tesbît bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan
    Jeta rûsî li ser CIA, Pentagon û avahiya Kongreyê firiya
    Demirtaş banga beşdariya ‘Kongreya Edaletê’ ya CHPê kir
    HDPê rapora gundê Şapatanê ku li gundiyan îşkence hatibû kirin diyar kir
    Doz li AKPyîyê ku gotibû, ‘Em dewleteke nû ava dikin’ hat vekirin
    Operasyona Reqayê dewam dike: Baskên rojhilat û başûr gihîştine hev
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de