08:47 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakan Yardımcısı Vasiliy Nebenzya

    ‘Rûsya hêvî dike Amerîka rê ji çalakiyên xeterî yên Koreya Bakur re veneke’

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya, ragihand ku Moskow hêvî dike Amerîka rê li ber çalakiyên xeterî yên Koreya Bakur veneke.

    Nebenzya daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ‘wê rûbirûyî agir û xezebê' bibin û daxuyaniyên Pyongyang ên hişk ji rojnamevanan re nirxandin.

    Nebenzya got, "Me gotinên Trump li xwe girtin. Dikarim bibêjim ku divê Amerîka aram be û ji avêtina gavên ku aliyê din çalakiyên xeterî pêk bîne, dûr bisekine."

    Nûnerê Rûsî bang li her du aliyan kir ku rêya dîyalogê bibînin û diyar kir, Rûsya ji bo teşwîqkirina hevdîtinan amade ye ‘çi ji destê wê were' bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê cîgirê midurê dibistanê ji DAIŞê hat girtin
    Li Wanê perestgeheke ku dîrokê ji nû ve binivîse hat dîtin
    ‘Siûdî bi fermana Amerîkayê dest bi şer kir’
    Barzanî: Referandûm ne henek e, wasite ye ji bo serxwebûnê û nayê paşxistin
    Çapameniya Tirk: Erebî li Tirkiyeyê bûye zimanê duyem
    ‘Pere ji ser Entab û Hewlêrê ji DAIŞê re hatin şandin’
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de