10:24 20 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Ryabkov

    Rûsya: Amerîka wek zarokeke nehisî û şûmî xwe li erdê dide

    BRICS Photohost
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got, nêzîkatiya Amerîkayê di qeyrana Koreya Bakur de, ‘wek zarokeke nehisî û şûmî’ ye.

    Ryabkov di daxuyaniya xwe ya ji bo Spûtnîkê de, Amerîkaya ku berpirsiyariya xwe ya krîza Koreya Bakur dide ser welatên din, şiband helwesta zarokên nehisî û şûmî.

    Ryabkov wiha axivî: "Washington li şûna berpirsiya xwe ya bigire ser xwe, hewil dide bavêje ser pişta welatên din. Ev cureyek ji algorîtmeya reftarekê ye. Helwesta Amerîkayê dişibe ya zarokên ku dema tiştê dixwaze nikare pêk bîne, yan jî pêlîstoka dixwaze jê re neyê standin xwe li erdan dixe û wek zarokên nehisî û şûmî dest bi girînê dike."

    Ryabkov di hevpeyvîna xwe ya digel televizyona ABCyê de dabû xuyakirin ku ew ji bo paqijkirina çekên nukleerî j Koreya Bakur amade ne bi awayekî aştiyane digel Amerîkayê û tîma Wezîrê Derve Rex Tillerson re bixebitin.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Tirkiye, ji bo YPGê piştgiriya xwe ya Dijberiya Sûriyeyê birî'
    Rûsya: Amerîka ji peymanê vekişe, emê bersiveke asîmetrîk bidin
    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand
    Desteya Referandûmê: Bernameya şanda muzakereyên bi Bexdayê re diyar bû
    Li Îtalyayê Peykerê ‘Ramboyê Rûsî’ hat danîn
    Di gorekî komî de termê 550 leşkeran hat dîtin
    Gabriel: Em li bende ne ku Tirkiye helwesta xwe biguherîne
    Etîketan:
    koreya bakur, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de