14:36 19 Îlon 2017
Zindî
    Alên Rûsya û Amerîkayê

    Rûsya: Amerîka ji peymanê vekişe, emê bersiveke asîmetrîk bidin

    © AFP 2017/ ALEXANDER NEMENOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Hat ragihandin ku Rûsya naxwaze bikeve pêşbaziya şerê xwe biçekkirinê û ger Amerîka ji Peymana Hêzên Menzîla Navîn a Nukleerî vekişe jî dê ‘bersiveke asîmetrîk’ bide.

    Çavkaniyeke dîplomatîk a Rûsî ji rojnameya Izvestiyayê re ragihand, "Îhtimaleke mezin e ku Amerîka ji peymana navborî vekişe. Lewra Amerîka bi awayekî eşkere polîtîkaya dijberiyê dimeşîne. Lê belê pêwîstî bi panîkê nîne, lewra plana pêşbaziya biçekbûnê ji bo Rûsyayê ne karîger e. Derfetên Rûsyayê yên bergiriyê û kêrhatina leşkerî di asteke gelekî bilind de ne."

    Çavkaniya dîplomatîk herwiha destnîşan kir ku Rûsya dikare bi rehetî bersiva xweparastinê bo provokasyonan bide û ger Amerîka ji peymanê vekişe, ew dê bersiveke asîmetrik bidin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Enqaza balafira Amerîkî ya ketibû hat dîtin
    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand
    Desteya Referandûmê: Bernameya şanda muzakereyên bi Bexdayê re diyar bû
    Li Îtalyayê Peykerê ‘Ramboyê Rûsî’ hat danîn
    Dimenên îşkenceya li gundiyê Şemzînanê!
    Etîketan:
    amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de