09:52 24 Îlon 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov-Güney Kore Dışişleri Bakanı Kang Kyung-wha ve Papua Yeni Gine Dışişleri Bakanı Rimbink Pato

    Lavrov hişyar kir: Ji senaryoyên leşkerî yên li Koreyê dûr bisekinin

    © REUTERS/ Mark Cristino
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtina bi hevkarê xwe yê koreyî Ri Yong-ho de ragihand ku divê ji senaryoyên leşkerî yên li nîvgirava Koreyê dûr bisekinin.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniyeke da û tê de diryar kir ku, "Lavrov û Ri, di çerçoveya Civîna Wezîrên Karên Derve ya Hevkariya Neteweyî ya Asyaya Başûr (ASEAN) a 50mîn ku li Manîlayê paytexta Filipînê hat lidarxistin de, têkiliyên dualî, rewşa li nîvgirava Koreyê nirxandin."

    Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lavro ban li aliyan kir ku, ji senoryayên leşkerî yên li nîvgira Koreyê dûr bisekinin û îmxakirina çekên kimyewî jî di nav de gelek pirsgirekên li nîvgiravê bi rêyên diyalogê werin çareserkirin, kir."

    Lavrov di hevdîtina xwe yê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson re de jî destnîşan kiribû ku zêdekirina aloziyên li Koreya Bakur ji aliyê Amerîkayê ve jî nayê qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Tillerson piştî mueyîdeyan cara ewil civiyan
    Dibe ku Lavrov û Çavuşoglu li Flîpînan bicivin
    Lavrov: Mehek şûnde Pûtîn û Şî dicivin
    Lavrov û Tillerson bersiva Rûsyayê ya li dijî Amerîkayê axivîn
    Etîketan:
    leşkerî, senaryo, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Rex Tillerson, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de