17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Vladimir Putin- Şi Cinping

    Lavrov: Mehek şûnde Pûtîn û Şî dicivin

    Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku dê meha pêşiya me serokên Rûsya û Çînê li bajarê Xiamenê werin ba hev û li ser mijara Koreya Bakur bi berfirehî rawestin.

    Wezîrê Rûsî Lavrov piştî hevdîtina digel hemkarê xwe yê Çînê Vang Yi da xuyakirin, dê meha pêşiya me serokên Rûsya û Çînê li bajarê Xiamenê werin ba hev û li ser mijara Koreya Bakur bi berfirehî biaxivin.

    Lavrov li dema Civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Neteweyên Asyayê (ASEAN) ku li paytxeta Flîpînan Manîlayê birêve diçe, bi hevtayê xwe yê Çînê Vang Yi re civîya.

    Lavrov piştî hevdîtinê wiha axivî: "Li pêş me danûstandinên nû hene. Li demeke nêzîk li Xiamenê, dê mehek şûn de lihev bicivin. Em ji bo hevdîtina serokên xwe amadekariyan dikin û dê di wê hevdîtinê de, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Çînê Şi Cinping mijarên girîng ên pêwendiyên her du welatan, mijarên hevkariya navnetewî û bi taybetî jî li ser Koreya Bakur bi hûrî rawestin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    CHPê ji bo avakirina ‘dewleta nû ya Erdogan' got: Fermo em bibînin!
    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    Lavrov û Tillerson piştî mueyîdeyan cara ewil civiyan
    Sadî Pîre: Hemû alî razî bibin, parlamento di 24 saetan de aktîv dibe
    Dibe ku Lavrov û Çavuşoglu li Flîpînan bicivin
    Li Zaxoyê qezayeke mirdar: 5 kesan can da
    ‘YPGê û Hikûmeta Sûriyê ji bo vekirina rêya Efrîn û Helebê li hev kir’
    Etîketan:
    Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de