13:36 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov ve ABD'li mevkidaşı Rex Tillerson

    Lavrov û Tillerson piştî mueyîdeyan cara ewil civiyan

    © REUTERS/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê Amerîkî Rex Tillerson piştî sepandina dorpêçên nû yên ser Rûsyayê cara ewil li paytexta Flîpînan Manîlayê civîyan.

    Her du wezîr di çarçoveya Civîna 50emîn a Wezîrên Derve ya Yekîtiya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) de hatin ba hev.

    Di civînê hevkariya navbera Rûsya-DYAyê, rewşa Sûriyê û hin babetên navnetewî hatin gotûbêjkirin.

    ​Lavrov piştî civînê ji rojanamavanan re ragihand, tê pêşbînîkirin li 8-9ê Tebaxê bi beşdariya nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Tehranê li ser mijara çareserkirina krîza Sûriyê civînek were sazkirin.

    Lavrov got, ‘Di biryara Koreya Bakur a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de nexşerêya ku Rûsyayê pêşkeş kiriye cî digire.'
    Wezîrê Rûsî da xuyakirin, Tillerson li dema hevdîtinê mijara tedbîrên bersiva Rûsyayê bo mueyîdeyan anî rojevê û jê re daxuyaniyên pêwîst hatin dayîn.

     

     

    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de