08:22 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Siemens

    Rûsyayê bertek nîşanî YEyê da: biryar siyasî û nehiqûqî ye

    © REUTERS/ Michaela Rehle
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Wezareta Enerjî ya Rûsyayê ji bo biryara Yekîtiya Ewropa ya şirketa Siemensa alman ku dixwest li Kirimê turbînên xwe bi kar bîne û mueyîde danîn ser Moskowê ragihand ku biryar siyasî û nehiqûqî ye.

    Wezareta Enerjî ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got: "Mudaxeleya nelihevkirina şirketan rasterast îhlala hiqûqa navneteweyî ye. Ti gumanên Wezareta Enerjî ya Rûsyayê tinene ku Yekîtiya Ewropayê ev biryar bi sedemên siyasî girtiye."

    ‘BIRYAREKE NEDOSTANE Û BÊHEQÎ YE'

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêvebiriya Moksowê ji ve biryara nedostane û bêheqî Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Almanyayê berspirsyar dibîne û hikûmeta Rûsyayê mafê xwe yê bersivdayîna vê biryarê veşartî dihêle.

    WEZÎRÊ RÛSÎ JÎ DI NAVA LÎSTEYÊ DE YE

    Di biryara mueyîdeyan a Yekîtiya Ewropayê ku duhî îlan kiribû de 3 hemwelatî û 3 şirketên rûsî jî di nava lîsteyê de ne.

    Cîgirê Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê Andrey Çerezov jî di nava lîsteya biryara mueyîdeyan de ye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Îran piştî mueyîdeyên Amerîkayê hevkariya xwe ya leşkerî xurt dikin
    Rûsya: Mafê me yê bersivdana mueyîdeyên YEyê rawestî ye
    Mueyîdeyên Amerîkayê rûsan zêde aciz nake
    YEyê ji bo 'Siemens'ê mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê sepandin
    YEyê ji ber mueyîdeyên Rûsyayê hişyarî da Amerîkayê
    Etîketan:
    Şirketa Siemensê, Wezareta Enerjî ya Rûsyayê, Andrey Çerezov, Yekîtiya Ewropayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de