23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerê Îranê

    Rûsya û Îran piştî mueyîdeyên Amerîkayê hevkariya xwe ya leşkerî xurt dikin

    © Sputnik/ Vitaliy Ankov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Hat ragihandin ku piştî mueyîdeyên Amerîkayê yên nû Rûsya û Îran ji bo xurtkirina hevkariya teknîkî û leşkerî li hev kirin.

    Li gorî daxuyaniya çavkaniyekî ji ofîsa Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Rogozîn, Rûsya û Îranê piştî biryara mueyîdeyên nû yên Amerîkayê herdu welatan li hev kir ku ji hêla teknîkî û leşkerî ve hevkariya xwe xurt bikin.

    Çavkaniyekê ku nexwest navê wî were eşkerekirin di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku Dmitriy Rogozîn îro wê serdana paytextê Îranê Tehranê bike û ji bo peymana çekên nû dê bi Wezîrê Parastinê Huseyîn Dehkan re hevdîtinan pêk bîne.

    Mueyîdeyên li hemberî Rûsya, Îran û Koreya Bakur bi pirdengiyeke ku Serokê Amerîkayê Donald Trump nikaribe veto bike hatibû qebûlkirin û Trump jî destpêka hefteyê biryara kongreyê erê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo kemkirina gengeşiyê li Sûriyeyê li hev kirin'
    Rûsya û Îranê hevdîtinên Astanayê nirxandin
    Trump: Divê Rûsya piştgiriya Îranê û Esad berde
    Moskow: Bi saya xebatên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Sûriyeyê rewş guherî
    Rûsya: Li Sûriyê hebûna Artêşa Pasavanên Şoreşa Îranê û Hizbûllahê meşrû ye
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Îranê, Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê, Huseyîn Dehkan, Dmitriy Rogozîn, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de