17:51 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Alên Rûsya û Yekîtiya Ewropayê (YE)

    Rûsya: Mafê me yê bersivdana mueyîdeyên YEyê rawestî ye

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser biryara dorpêçên nû yên aborî ku Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser Rûsyayê sepandine daxuyanî da.

    Wezaretê destnîşan kir, hincetên ‘derketina turbînên Siemensê li Qirimê' bi temamî derew in û ew mafê bersivdana wan mueyîdeyan li cem wan rawestî ye.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kir, sepandina mueyîdeyan a bi hincetên bêbingeh dê ziyanê bide kompaniyên Ewropî û got, "Em vê gava ku bi înîsiyatîfa Berlînê hatiye avêtin, bê mentiqî û dijminane dibînin. Xuyaye ku hemkarên me yên Almanî, dorpêçên li dijî hiqûqa navnetewî û pêwendiyên navdewletî wekî çek bikar tînin."

    Wezaretê da zanîn ku ligel polîtîzekirina gengeşiya navbera 2 kompaniyan jî ew dê bi Almanya û YEyê hevkariya xwe ya aboriyê biparêzin û herwiha piştrast dikin ku hevkariyê bipêş jî bixin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Ezezîzê qezaya trênê: 2 kesan can da
    ‘DAIŞê hişt ku hejmara hiqûqnasan kêm bibe’
    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
    Rûsya: KENY rê dide wê yekê ku terorîst guh nedin ti kesî
    Mueyîdeyên Amerîkayê rûsan zêde aciz nake
    Hevdîtinên cudabûna Iraq û Kurdistanê bi fermî destpê dikin
    ENKS: Me got PYD-YPG ne rêxistina terorê ye
    Etîketan:
    Ewropa, YE, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de