05:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Vladimir Putin

    Pûtîn soz da daxwaziya welatiyekî

    © REUTERS/ Lehtikuva/Mikko Stig
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo namzediya hilbijartina serokatiyê sala pêş soz da welatiyekî ku ez ê li ser namzediyê bifikirim.

    Dema ku Pûtîn masiyan digire
    © AFP 2017/ ALEXEY DRUZHININ
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tevlî civîneke encamên tekoşîna şewata daristanê ya Buryatiya û Îrkutskê bû. Welatiyekî ku xaniyê wî di şewata daristanê de zirar dîtibû bi rêya vîdyo konferansê daxwaz ji Pûtîn kir û got: "Ez ricakar im ku hûn di hilbijartinên sala pêş de dîsa bibin namzet."

    Pûtîn jî di bersivdayîna welatiyê rûsî de got: "Baş e, ez ê li ser vê mijarê bifikirim. Spas dikim."

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniyeke xwe ya meha hezîranê de ragihandibû ku mijara namzediyê ne di rojeva Kremlînê de ye.

    Serokê rûsî Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya derhênerê amerîkî Oliver Stone de jî şîrovekirina namzetiya serokatiyê red kiribû û herî dawî di 21ê Tîrmehê de li Soçiyê gotibû: Min hê ji bo namzediyê biryar nedaye."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn wê li Sibiryayê masiyan bigire
    Navê Pûtîn li gundê xwe kirin
    Pûtîn: Îsal dê 30 keştiyên şer tevlî fîloyê bibin
    Pûtîn: Fîloya rûsî tekoşîneke mezin li hemberî korsan û terorîzmê dide
    Pûtîn serkanên xwe re li ser Sûriye û têkiliyên bi Amerîkayê re nirxand
    Etîketan:
    Serokê dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtin, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de