23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Abhazya

    Di teqîna Abhazyayê de 2 welatiyên rûsî jiyana xwe ji dest dan

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Di teqîna depoya cebilxaneya leşkerî ya Abhazyayê de 2 turîstên rûsî ku li herêmê bûn di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

    Duhî piştî nîvro li gundê Primorskoya herêma Gudatski ya Abhazyayê di depoyeke cebilxane ku aîdî Wezareta Parastinê bû teqînek pêk hat. Li gorî daxuyaniya Berdevka Wezareta Rewşa Lezgîn a Abhazyayê Mizan Lomiya di teqînê de 2 turîstên rûsî jiyana xwe ji dest dan.

    Mizan Lomiya di axaftina xwe de got: "3 kesên ku bi faytonê derketibûn gere winda bibûn û paşî me cesede 2 kesan dît. Yek jê Yelena Polyakovaya 47 salî û yê din jî Yelena Timofeyeva 55 salî ye. Herdu jî ji bajarê Saint Petersburgê ne. Lyudmila Dmitriyeva 63 salî jî di teqînê de mile wê şikest û me ew rakire nexweşxaneyê."

    Herwiha li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Tendirustî Rustem Zantarya di teqînê de hinek jê giran dora 60 kesî birîndar bûn.

    Zantarya di axaftina xwe de got:"Li gorî agahiyên dawî 2 jê zarok 60 kes birîndar bûn. Tenê ji wan dora 3 kesan birînên wan giran in û yên din hemû birînên sivik in, ji bo ku gelek ji wan bi kevir û perçeyên caman birîndar bûne. Rewşeke metirsî tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Abhazya: "Wê têkiliyên me bi karsazên tirk re bidomin"
    Rûsya û muxalifên sûriyeyî li ser herêmeke nû ya agirbestê li hev kirin
    Bi hawanan êrîşî balyozxaneya Rûsya ya li Şamê kirin
    Piştî çend mehan di navbera Rûsya û Amerîkayê de ev cara yekemîn e
    Rûsya: Mueyîdeyên Amerîkayê ji binî ve ne meşrû ne
    Etîketan:
    Teqîna li Abhazyayê, Berdevkê Wezareta Tendirustî, Berdevka Wezareta Rewşa Lezgîn a Abhazyayê, Rustem Zantarya, Mizan Lomiya, Abhazya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de