17:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Rûsyayê Tumgeneral İgor Konaşenkov

    Rûsya û muxalifên sûriyeyî li ser herêmeke nû ya agirbestê li hev kirin

    © Sputnik/ Aleksandr Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di axaftina xwe de ragihand ku Moskowê bi muxalifên sûriyeyî re li ser herêmeke nû ya agirbestê li hev kirin.

    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di axaftina xwe ya Rossiya 24ê de got: "Moskowê bi muxalifên sûriyeyî re li herêma bakurê Humsê ji bo agirbesteke nû li hev kirin. Agirbest li gorî seeta herêmî wê li 12.00an dest pê bike. Li herêma agirbestê 147 hezar niştecih dijîn û ji bo 84 herêman derbas dibe."

    Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Peymana agibesta bakurê Humsê di 31ê Tîrmehê de li paytextê Misrê li Kahireyê di navbera berpirsên Wezareta Parastin a Rûsyayê û muxalifên nerm ên sûriyeyî de pêk hat. Li noqteyên kontrol ên herêmên agirbestê ji 4ê Tebaxê pê ve dê polîsên leşkerî yên rûsî wezîfê bikin."

    Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hemû birîndar û nexweşên bakurê Humsê dê bikaribin li nexweşxaneyên leşkerî yên rûsî an jî li saziyên tibî yên Sûriyeyê tedawî bibin." Li gorî daxuyaniya Konaşenkov dê muxalif jî li hemberî vê ji rêya Hums û Hemayê vekişin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Konaşenkov: Pergalên hewayî, baregehên Hmeymim û Tertûsê diparêzin
    Konaşenkov: Hemû pisporên leşkerî dizanin ku operasyona Reqqayê ‘geştekê ne hêsan e'
    Konaşenkov: Kesên xweşbîn jî bawer nakin ku îsal Mûsil ji DAIŞê bê rizgarkirin
    Konaşenkov: Me hêzên xwe yên taybet li Misirê bicih nekir
    Konaşenkov: Balafirên rûs li Idlibê nedan
    Etîketan:
    Muxalifên nerm ên sûriyeyî, Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de