23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Medvedev: Amerîkayê li hemberî Rûsyayê şerê ticarî ragihand

    © Sputnik/ Dmitry Astakhov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê Dimitriy Medevedev li ser îmzekirina toleyên ser Rûsyayê ji aliyê Serokê Amerîkayê ve got, êdî îhtimala başbûna pêwendiyên bi Amerîkayê re nema ye. Medvedev destnîşan kir, Amerîkayê bi vê hemleya dorpêçan re şerekî berfireh ê ticarî bi Rûsyayê re da destpêkirin.

    Medvedev li rûpela xwe ya Facebook da xuyakirin, "Çend encamên ji aliyê Serokê Amerîkayê ve îmzekirina pêşnûmaya mueyîdeyên nû yên ser Rûsyayê hene. Bi taybetî êdî dawî li hêviya başbûna têkiliyên bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re hat. Ya duyemîn, li hemberî Rûsyayê şerekî ticarî yê berfireh hat ragihandin. Ya seyemîn jî rêveberîya Trump, erkên xwe yên kargeriyê bi awayê herî xerab dewrî Kongreyê kir û lawazbûna xwe nîşan da. Ev li derdorên siyasî yên Amerîkayê hevsengiya hêzê diguherîne."

    Medvedev diyar kir ku her çiqas Trump ji van mueyîdeyên nû ne kêfxweş be jî neçar maye îmze kiriye û got, armanca herî dawî jî jikarxistina Trump e.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Bi îmzekirina Trump a mueyîdeyan ti tiştek neguherî ye
    Barzanî: Bila mesîhî daxwaziyên xwe pêşkeşî Hikûmeta Kurdistanê bikin
    CHPê piştgirî da çalakiya HDPê
    Ji berpirsa Spûtnîkê bersiva ‘demokrasiyê’
    Li Sêrtê 39 kes hatin binçavkirin
    Rûsyayê nehişt 94 ton mişmişên Tirkiyê bikevin nav erda wan
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de