08:43 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Margarîta Sîmonyan

    Ji berpirsa Spûtnîkê bersiva ‘demokrasiyê’

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4110

    Berpirsa Giştî ya Spûtnîk û Russia Todayê (RT) Margarîta Sîmonyan, bersiv da daxuyaniyên Partîya En Marche (Meş) a Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron.

    Sîmonyan li ser daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê Partiya Meşê ya Fransî Richard Ferrand ku bangewaziya dûrbûna ji nûçeyên Spûtnîk û Russia Todayê kiribû got, nêrîna wan a demokrasiyê cuda ye.

    Tohmetên li ser Spûtnîk û RTyê yên bi hinceta helmeta hilbijartina Fransayê, piştî e-postayên WikiLeaksê belav kirin ji nû ve hatin rojevê.

    Sîmonyan li ser gotinên Ferrand ev bersiv da: "Partiya Serokomarê Demokratîk ê hilbijartî Macron pêşniyara belavkirina nûçeyên Spûtnîk û RTyê kir. Lê me zêde ji namzedê wan hez nedikir. Ji ber ku ez di warên nirxên demokrasiyê de, xwedî nêrîneke cuda me."

    Ferrand ji medya Fransî re gotibû, "Spûtnîk û RT cih dide nûçeyên derewîn. Piştre jî ev nûçe belav dibin û bandorê li demokrasiya me dikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrtê 39 kes hatin binçavkirin
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: Gelek herêm hatin kontrolkirin
    Leşkerên tirk Hevserokê DBPê desteser kirin
    Rûsyayê nehişt 94 ton mişmişên Tirkiyê bikevin nav erda wan
    Nivîskarê Tirk: ‘Wê Erdogan bikujin û cesedê wî bavêjin ser sergoyê’
    Trump pêşnûmaya mueyîdeyên li dijî Rûsyayê îmze kir
    Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva îdiayên medya Iraqê da
    Qeter keştiyên şer distîne
    Etîketan:
    Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de