21:50 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn: Di mijara Sûriyeyê de ne bi Reutersê baweriya xwe bi Rûsyayê bînin

    Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov ji bo îdîaya Reutersê ku gotibû 40 leşkerên rûsî hatine kuştin ragihand ku bi çapemeniyan ewle nebin tenê bi Wezareta Parastin a Rûsyayê bawer bibin.

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov di civîna çapemenî de got: "Ji bo zayiyatên rûsî baweriyê bi medyayan neyinin, tenê baweriya xwe bi Wezareta Parastin a Rûsyayê bînim. Agahî bi rêya kanalên Wezareta Parastinê têne ber destê me. Divê li gorî van agahiyan were hereketkirin, lewma ev agahiyên fermî ne."

    ‘TI SEDEMEKE KU EM DANAYÊN WEZARETÊ KONTROL BIKIN TUNEYE'

    Dmitriy Peskov di bersivdayîna pirsa ‘gelo hûn agahiyên Wezareta Parastinê kontrol dikin an na? got: "Ti sedemeke ku em daneyên wezaretê kontrol bikin tuneye."

    ‘DIBE XWEBEXŞÊN RÛSÎ LI SÛRIYEYÊ HEBIN'

    Peskov di dirêjiya axaftina xwe ya bersiva pirsê de got: "Heke em werin ser mijara xwebexşên rûsî ku li Sûriyeyê hene an na, ev bi rêya dewletê nayên şandin û ti têkiliya wan bi Wezareta Parastin a Rûsyayê jî tuneye. Lê di nava hêzên hikûmeta Sûriyeyê de xwebexşên rûsî ku tekoşînê didin hene."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn carna wergêran sererast dike
    Peskov hêviyên Rûsyayê ji hevdîtina Pûtîn û Trump eşkere kir
    Peskov: Dibe ku em bersiva Yekîtîya Ewropayê bidin
    Peskov: Rûsya xwe ji bo bersivdana toleyên Amerîkayê amade dike
    Peskov: Ji Amerîkayê êrîşên sîber tên ser malpera Kremlînê
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Rûsyayê, Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de