07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Mihail Bogdanov

    Rûsya: Mueyîdeyên Amerîkayê ji binî ve ne meşrû ne

    © Sputnik/ Владимир Трефилов
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov ragihand ku mueyîdeyên li dijî Rûsyayê ya Amerîkayê ji binî ve ne meşrûne.

    Bogdanov piştî hevdîtina bi hevkarê xwe yê îranî Huseyîn Cabîr Ensarî re axivî û diyar kir ku, "Pêşnûmaya mueyîdeyan ji binîve ne meşrûye. Ev yek bandoreke erenî li asta baweriyê û bo fêmkirina di navbera Amerîka û Rûsyayê de nake."

    Kongreya Amerîkayê hefteya borî pêşnûmaya ku mueyîdeyên nû li dijî Rûsyayê bê sepandin û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bê destûra Kongreyê ku nekare mueyîdeyên li dijî Rûsyayê sist bike, qebûl kiribû.

    Li gorî pêşnûmayê, rêveberiya Trump bo rakirin û sist kirina mueyîdeyên li dijî Rûsyayê bê destûra Kongreyê nikare bike.

    Bi heman mijarî:

    Pence: Trump wê pêşnumaya mueyîdeyên Rûsyayê îmze bike
    Qesra Spî: Trump mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur pesind dike
    Rûsya: Armanca mueyîdeyên DYAyê di aborîyê de sazkirina avantaja reqabeta neheq e
    Qesra Spî: Dibe Trump pêşnûmaya mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê veto bike
    Almanya ji mueyîdeyên DYA yên li hember Rûsyayê bi endîşe ye
    Etîketan:
    mueyîde, pêşnûma, Mihaîl Bogdanov, Donald Trump, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de