09:05 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê  (FSB)

    FSB: 2 alîgirên DAIŞê ku amadehiya êrişê dikirin, hatin desteserkirin

    © Sputnik/ Igor Zarembo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Beşa Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku 2 alîgirên DAIŞê yê amadehiya êrişa terorî dikirin li herêma Moskowê hatine desteserkirin.

    FSB derbarê mijarê de daxuyaniyeke da û tê de diyar kir ku, "2 alîgirên DAIŞê ku ji ji Asya Navîn ketine Rûsyayê, li herêma Vladimîrê ku dikeve rojhilatê Moskowê hêwirî bûn bi endamên DAIŞê yên li Sûriyeyê di têkiliyê da bûne."

    ‘LI BENDA FERMANA SEROKÊ DAIŞê YÊN LI SÛRIYEYÊ BÛN'

    Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku, "Her du alîgirên DAIŞê ji bo kifşkirina hedefên bo êrişê û temînkirina teqemenî li benda fermana serokên DAIŞê yên li Sûriyeyê bûne."

    ‘BERIYA BIÇIN AFXANISTANÊ PLAN DIKIRIN ÊRIŞ BIKIN'

    FSB destnîşan kir ku milîtan bi endamên DAIŞê yên li Sûriyeyê re di têkiliyê de bû ne û ji bo biçin Afxanistanê û beşdarî DAIŞê bibin plan dikin êriş bikin.

    Bi heman mijarî:

    FSB: ‘Du kesên ku amadekariya êrîşa terorî dikirin hatin kuştin'
    FSB: Yek ji organîzatorên êrîşa St. Petersburgê hat girtin
    Pûtîn ji ber kuştina Karlov ferman da FSB, SVR û Karên Derve
    FSB: Li ser Rûsyayê 70 milyon êrîşên sîberî hatin kirin
    Etîketan:
    êriş, amadehî, endam, DAIŞ, FSB, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de