17:56 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Îsal dê 30 keştiyên şer tevlî fîloyê bibin

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe ya merasîma Roja Fîloya Rûsî de ragihand ku îsal 30 keştiyên şer ên nû wê tevlî fîloya rûsî bibin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li bajarê Saint Petersburgê di resepsiyona ji bo Roja Fîloya Rûsî de got: "Bi piştgiriya zanist û pîşesaziya herêmî xebatên parastina neteweyî xurt dibin. Keştiyên nû tevlî fîloya deryayî dibin. Sala borî 24 keştî, 2 nokav û keştiyeke îqmalê tevlî fîloyê bûn."

    ‘HÛN KEDEKE MEZIN LI PÊŞKETINA WELAT DIKIN'

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî plansaziyê îsal dê 30 keştiyên nû tevlî xizmeta fîloyê bibin. Em ê planên xwe yên rêjeya çekên modern û qalîteya keştiyên şer bi cih bînin."

    Serokê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em ê di her warî de piştgiriya leşker û malbatên wan bikin. Em îro ji bo rûmeta însanên wêrek û xwedî rihekî bihêz pîrozbahiyan dikin. Hûn ji bo geşepêdan û pêşketina welat kedeke mezin didin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Fîloya rûsî tekoşîneke mezin li hemberî korsan û terorîzmê dide
    Pûtîn serkanên xwe re li ser Sûriye û têkiliyên bi Amerîkayê re nirxand
    Pûtîn: Nirxandina xebatên Trump ne karê Rûsyayê ye
    Pûtîn: Hevkarîya bi Çînê re ji bo welatên sêyemîn nehatîye arestekirin
    Pûtîn: Peymana navneteweyî ya li hemberî fînansoriya terorîzmê erê kir
    Etîketan:
    Roja Fîloya Rûsyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vlaidmîr Pûtîn, Saint Petersburg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de