09:47 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Sergey Şoygu

    Pûtîn: Fîloya rûsî tekoşîneke mezin li hemberî korsan û terorîzmê dide

    © REUTERS/ Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2210

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo pîrozbahiyên Roja Fîloya Rûsî got: "Fîloya deryayî ya rûsî kedeke mezin li hemberî korsan û terorîzmê dide.

    Serokê Rûsyayê Pûtîn di dîroka nû ya rûsî de cara yekemîn e li Saint Petersburgê tevlî merasîma pîrozbahî ya Roja Fîloya Rûsî bû.

    Pûtîn, piştî hevdîtineke kin bi Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu re pêk anî, bi botekê ji bo derbasbûna merasîma fermî li hemû keştiyên deryayî geriya û miretebat slav kirin.

    ‘DERYAVAN DÊ JI BO ZAROK Û NEVIYÊN XWE BIBIN CIHÊ RÛMETÊ'

    Pûtîn di axaftina xwe de got: "Îro fîloya me ya deryayî ji xeyrî wezîfa xwe li hemberî pirsgirêkên nû jî serfiraz e. Di tekoşîna li dijî korsan û terorîzmê de kedeke mezin dide. Deryavanên fîloya nûjen dê ji bo zarok û neviyên xwe bibin cihê rûmetê."

    Serokê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo lez û serkeftina tetbîqatan a fîloya deryayî ya rûsî spasiya deryavan û malbatên wan kir.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn serkanên xwe re li ser Sûriye û têkiliyên bi Amerîkayê re nirxand
    Pûtîn: Nirxandina xebatên Trump ne karê Rûsyayê ye
    Pûtîn: Hevkarîya bi Çînê re ji bo welatên sêyemîn nehatîye arestekirin
    Pûtîn: Peymana navneteweyî ya li hemberî fînansoriya terorîzmê erê kir
    Pûtîn protokola bicihkirina balafirên şer li Sûriyê pesend kir
    Etîketan:
    Roja Fîloya Rûsyayê, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Sergey Şoygu, St. Petersburg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de