19:24 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Frants Klîntsevîç

    Rûsyayê ji bo Koreya Bakur bersiv da Amerîkayê

    © Sputnik/ Yana Lapikova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehî û Parastina Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson dezenformasyon dike.

    Klîntsevîç bersiva Tillersonê ku berpirsên zêdebûna gefên Koreya Bakur, Rûsya û Çînê girtibû da û diyar kir ku wezîrê amerîkî rastiyan piştguh dike û dezenformasyonan dike.

    ‘AMERÎKA DEWAMIYA KRÎZÊ DIXWAZE'

    Klîntsevîç wiha pê de çû: "Ev helwest bi temamî nayê fêmkirin. Ne pêkan e ku kesekî wiha payebilind agahiyên rastî nezane. Tillerson baş dizane ku Rûsya û Çîn piştgiriya aborî nadin bernameya nukleerî ya Koreya Bakur. Rayedarên amerîkî ji bo balê civakê bikşînin cihekî din, dewamiya krîza Koreya Bakur dixwazin."

    Senatorê rûsî destnîşan kir ku krîza Koreya Bakur ji aliyê Amerîkayê ve bi zanebûn hatiye derxistin.

    Bi heman mijarî:

    Tillerson: Ji zêdebûna gefên Koreya Bakur, Rûsya û Çîn berpirs in
    Qesra Spî: Trump mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur pesind dike
    Trump bo Koreya Bakur: Dê gavên pêwîst werin avêtin
    Senatoya Amerîkayê dorpêçên ser Rûsya, Îran û Koreya Bakur pesend kir
    Koreya Bakur dîsa gef li Amerîkayê xwar
    Etîketan:
    krîz, bersiv, Frants Klîntsevîç, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de