17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sergey Ryabkov

    'Biryara dorpêçan wê Amerîkayê ji polîtîkaya derve mehrûm bike'

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov li ser biryara dorpêçên nû yên ji bo Rûsyayê diyar kir ku ev helwest erkên rêveberîya Amerîkayê ji polîtîkaya derve mehrûm dike.

    Ryabkov di bernameya Rossiya 1 a ‘60 xulek' de, li ser pesendkirina pêşniyar qanûna dorpêçên nû li ser Rûsyayê axivî û got: "Ev pêşniyar qanûn, paşnavên serokê Amerîkayê û wezîrê wê yê derve her çi be jî, destên wan girê dide."

    'AMERÎKA NEÇARÎ BINKETINÊ YE'

    Dîplomatê Rûsî bal kişand ser ku li gor hizra wî ev yek zirarê dide pêwendiyên her du aliyan û da xuyakirin: "Neçarî binketinê ye. Dê mîmarên vê qanûnê ku ew formule kirine negihîjin armancê. Dê pêwendiyên bi Rûsyayê re xera bibin û başkirina wan ji bo dahatuyê were paşxistin."

    Ryabkov, "Bir kez daha kamuya açık bir şekilde ABD'yi çatışmaya yol açmaya çalışmasına ve ilişkilerimize peş peşe darbe indirmesine karşı uyarıyoruz. Bir kez daha, şu anda olup bitenlerin seçiminin ve doğabilecek sonuçların sorumluluğunun ABD'de olduğunu söylüyorum" diye konuştu.

    'EM DÊ BERSIVÊ BIDIN'

    Ryabkov got ku ger ev helwesta fişarê berdewam bike, dê Rûsya bi awayê sîmetrî bersivê bide û wiha pê de çû: "Ger berpirsiyarî ji aliyê Washingtonê ve neyê wergirtin, em ê jî bi gavên dijminane bersivê bidin."

    Li ser destdanîna milkên dîplomatîk ên Rûsyayê jî Ryabkov destnîşan kir, ji ber bêxwedîhiştin û ziyanên li ser wan milkan çêbibin, divê Amerîka wan ziyanan terxan bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê muxalefeta Tirkiyê ji bo namzediya Nobelê hat destnîşankirin
    ‘Dê hemû deriyên Mescîd-î Eqsayê bên vekirin'
    'Eger hewldana derbeyê di 48 saetan de têk neçûya, li Tirkiyeyê şerê naxweyî rû dide
    Kerîm: Piştevanîya referandûmê roj bi roj zêde dibe
    Mesrûr Barzanî: Em mafê serxwebûnê wekî hemû miletên dinyayê ji bo xwe jî dixwazin
    ‘Rûsyayê ti caran hewil nedaye pêwendiyên bi Amerîkayê re xera bike’
    Li Helsînkiyê wesayît da ser qerebalixê: Kesek mir gelek jî birîndar hene
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de