14:48 21 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    ‘Rûsyayê ti caran hewil nedaye pêwendiyên bi Amerîkayê re xera bike’

    © Sputnik/ Sergey Pyatakov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got ku heta niha ti caran Rûsyayê bi qest hewil nedaye ku pêwendiyên bi Amerîkayê re xera bike.

    Zaxarovayê li ser hewlên dorpêçên nû yên Amerîkayê bo Rûsyayê û astengiyên ser dîplomat û milkên Rûsyayê li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyanî da.

    RÛSYA JI BERSIVA AMERÎKAYÊ 7 MEHAN SEKINÎ

    Berdevka Wezaretê diyar kir, ‘Heta niha ti caran Rûsyayê bi qest hewil nedaye ku pêwendiyên bi Amerîkayê re xera bike' û bal kişand ser biryara Amerîkayê ya terikandina 35 dîplomatên Rûsî di nav 72 demjimêran de û wiha domand: "Rûsya ji bo bergiriyên hemberî vê helwestê 7 mehan sekinî, çend hevdîtin pêkanîn û li şûna şandina dîplomatên Amerîkî bersiva kêmkirina hejmara dîplomatên Amerîkî li Rûsyayê da."

    WEZARETÊ DAXWAZ KIR, HEJMARA DÎPLOMATÊN AMERÎKÎ DAKEVE 455 KESAN

    Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser hewlên dorpêçê yên Amerîkayê bersiv dabû Washingtonê û ligel astengkirina xebitandina nûnertiyên Amerîkayê yên Moskowê, daxwaz kiribû hejmara dîplomatên Amerîkî dakeve 455 kesan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Helsînkiyê wesayît da ser qerebalixê: Kesek mir gelek jî birîndar hene
    Lavrov û Tillerson bersiva Rûsyayê ya li dijî Amerîkayê axivîn
    Federasyona Bakurê Sûriyê dema hilbijartinê diyar kir
    'Kesên ku destûra têketina welatiyên rûsî bo Moldovayê nedan, dê hesabê bidin'
    Li Hamburgê êrişa bi kêr: Mirî û birîndar hene
    'Netenyahû ji zavayê Trump, Kushner daxwaza pevguherîna erdê kir'
    Kremlînê derbarê Kadîrovê ku gotibû ez amade me Mescîd-î Eqsayê biparêzim daxuyanî da
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de