22:11 17 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê Amerîkayî Rex Tillerson

    Lavrov û Tillerson bersiva Rûsyayê ya li dijî Amerîkayê axivîn

    © AP Photo/ Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevkarê wî yê amerîkî Rex Tillerson, kêmkirina mal û milkên dîplomatîk ên Amerîkayê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê yên li hemberî mueyîdeyên nû yên li ser Rûsyayê axivîn.

    Li gorî ragihandina Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Lavrov destnîşan kiriye ku biyara girtina du tesîsên bo Balyozxaneya Amerîkayê û di hejmara dîplomatên rûsî û amerîkî de wekhevî çêbibin, encama gavên dijminane ya Washingtonê bû ye.

    ‘POLÎTÎKAYA AMERÎKAYÊ, DI DESTÊ RÛSOFOBIYAN DE YE'

    Lavrov eşkere kir ku Rûsya bo başkirina têkiliyên bi Amerîkayê çi pêwiste kiriye û li dijî provokasyonên Amerîkayê jî xwînsariya xwe her dem parastiye û wiha pê de çû:

    "Lê geşedanên dawî, dide nîşandan ku polîtîkaya Amerîkayê di desten Rûsofobiyan û kesên ku cephebûnê dixwazin de ye. Astengiyên Rûsyayê bi temamî rewa ne. Ji berk u Amerîka şaşiyên xwe bibîne, gavên ku Rûsyayê avêtine di çerçoveya qanûnên navneteweyî de ne û li gorî berjewendiyên Rûsyayê ne."

    ‘JI BO BAŞBÛNA TÊKILIYAN Û HEVKARIYÊ AMADENE LÊ…'

    Ji aliyê din ve Lavrov diyar kir ku Moskow bo başbûna têkiliyan hevkariya di mijarên girîng ên navneteweyî amadene, lê ev yek divê di çerçoveya wekhevî, rêzgirtina dualî û parastina berjewendiyan de pêkan e.

    Bi heman mijarî:

    Qesra Spî: Dibe Trump pêşnûmaya mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê veto bike
    Rûsya: Armanca mueyîdeyên DYAyê di aborîyê de sazkirina avantaja reqabeta neheq e
    Almanya ji mueyîdeyên DYA yên li hember Rûsyayê bi endîşe ye
    Almanyayê bo mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê hişyar kir
    Etîketan:
    daxuyanî, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Rex Tillerson, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de