02:12 18 Tebax 2017
Zindî
    Remezan Kadîrov

    Kremlînê derbarê Kadîrovê ku gotibû ez amade me Mescîd-î Eqsayê biparêzim daxuyanî da

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku hêj ti daxwaz bo dewr kirina desthilatiya Serokê Komara Çeçenistanê Remezan Kadîrov ku gotibû ez amademe jiyana xwe yê mayî bo parastina Mescîd-î Eqsayê derbas bikin, nehatiye.

    Peskov bersiv da pirsên rojanmegeran û destnîşan kir ku daxuyaniya Kadîrov divê rasterast wek guhertina desthilatiyê neye nirxandin.

    Peskov got: "Ev yek rêzgirtina Kadîrov li hemberî dînê îslamê û kesên ku baweriya xwe lê tînin dide nîşandan. Serokê çeçen misilmane ji ber vê yeke jî divê di derbarê peyvên wî de wateyên din neyên derxistin."

    Kadîrov ji ser hesaba xwe yê Telegramê peyamek weşandIBÛ û tê de diyar kir ku, "Ez ê hemû peywirên xwe bihêlim, di yekîneyên ku ewlehiya cihê ji bo hemû misilmanan pîrozê pêk tînin de peywirê bikin û amade me jiyana xwe yê mayî bo parastina Mescîd-î Eqsayê derbas bikim."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Amadehiya hevdîtina Pûtîn û Trump dest pê kir
    Peskov: Kremlîn beşdarî dîtinên Macron ên li ser RT û Spûtnîkê nabe
    Kremlîn: Referandûm meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye
    Kremlîn: Pûtîn êrişa Amerîka ya Sûriyeyê weke êrişbaziya dewleta desthilat bi nav kir
    Kremlîn: Di navbera Pûtîn û Trump de li G20an hevdîtineke nepenî çênebû
    Etîketan:
    daxuyanî, Kremlîn, Dmîtriy Peskov, Remezan Kadîrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de