12:57 21 Tebax 2017
Zindî
    Frants Klîntsevîç

    Klîntsevîç: Tenê Ewropayeke yekbûyî dikare bersivê bide Amerîka

    © Sputnik/ Yana Lapikova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Cîgirê Serokê Konseya Parastin û Ewlehî yê Federasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç ragihand ku erêkirina mueyîdiyên li hember Rûsyayê yên ji aliyê Senatoya Amerîka ve rezîltiya revebiriya wan nîşan dide."

    Vladimîr Pûtîn û Donald Trump
    © REUTERS/ Ivan Sekretarev/Lucas Jackson
    Meclîsa Nûneran a Senatoya Amerîkayê biryara ku mueyîdeyên li hember Rûsya, Îran û Koreya Bakur bi 98 dengên erê û 2 dengên na qebûl kiribû. Klîntsevîç li ser vê yekê daxuyanî da û got: "Li gor min ev pêvajo dikare wekî, rêzîlbûna desthilata Amerîkayê were pênasekirin. Lewra di biryar girtinê de ketine rewşeke ku nayê texmîn kirin de. Xwesteka ku berjewendiyên Amerîka teqez bikin, derkete asteke pir bilind, asta dînîtiyê. Hem jî di cihaneke wisa de ku, bê îstîkrarî lê hakime û ji devla ku dewlet vê bê îstîkrariyê sortir bikin divê werin cem hev."

    Klîntsevîç di dawiya axaftina xwe de got: "Tenê Ewropayeke yekbûyî dikare li hember vê rewşê bisekine. Li hember van tevgerên Amerîka yê tekane bersiv, divê pêkanîna Ewropayeke ku bi rastî hatiye cem hev be."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Nirxandina xebatên Trump ne karê Rûsyayê ye
    Qesra Spî: Dibe Trump pêşnûmaya mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê veto bike
    Almanya ji mueyîdeyên DYA yên li hember Rûsyayê bi endîşe ye
    Rojnamevanê Rûsî: Tirkiyê berî niha jî ji Rûsyayê çek kirîn
    CNN: Şirketên amerîkî naxwazin mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê werin sepandin
    Etîketan:
    Biryara Meclîsa Nûneran a Senatoya Amerîkayê, Cîgirê Serokê Konseya Parastin û Ewlehî yê Federasyona Rûsyayê, Frants Klîntsevîç, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de