17:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Remezan Kadîrov

    Kadîrov: Ez amade me ku Mescîd-î Eqsayê biparêzim

    © Sputnik/ Said Tsarnaev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Serok, Komara Çeçenistanê ku gêrêdayê Federasyona Rûsyayê ye Remezan Kadîrov ragihand ku amadeye jiyana xwe yê mayî bo parastina Mescîd-î Eqsayê derbas bike.

    Polêsen Îsraîl
    © Foto: AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
    Kadîrov ji ser hesaba xwe yê Telegramê peyamek weşand û tê de diyar kir ku, "Ez ê hemû peywirên xwe bihêlim, di yekîneyên ku ewlehiya cihê ji bo hemû misilmanan pîrozê pêk tînin de peywirê bikin û amade me jiyana xwe yê mayî bo parastina Mescîd-î Eqsayê derbas bikim."

    Piştî rakirina astengiya ketina Mescîd-î Eqsayê ya Îsraîlê, misilman piştî du hefteyan şûnde cara ewil ketibûn Mescîd-î Eqsayê.

    Polîsên Îsraîlê, di 14 Temuzê roja înê de bi îdiaya ku êrişa çekdarî pêk anîne li Mescîd-î Eqsayê 3 kes kuştibûn. Di heman bûyerê de jî 2 leşkerên îsraîlî hatibûn kuştin.

    Piştî bûyerê hêzên Îsraîlê Mescîd-î Eqsayê ji îbadetê re girtibûn, lê du deriyên Heram-î Şerîfê roja yekeşemê vekiribûn, lê dedektorên lêgerînê yên metal li deriyan avakiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Kadîrov cara 3yemîn bû serokê Çeçenîstanê
    Kadîrov: Ji bo leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê ji Pûtîn destûr xwest
    Serokwezîr Netanyahu: Ez ê wan ji Îsraîlê biqewirînim
    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Etîketan:
    mescîdî eqsa, misilman, parastin, Remezan Kadîrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de