18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya

    Rûsya nûnerê daîmî yê li NYê diyar kir

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Cîgîrê Wezîrê Karên Derve yê berê Vasîliy Nebenzya, weke Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Rûsyayê hat wezîfedar kirin.

    Rûsyayê li şuna Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî Vitaliy Çurkin ê ku di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû, bê wezîfedar kirin eşkere kir.

    Li gorî biryarnameya ku di malpera fermî a Kremlînê de hat weşandin de, Nebenzya yê ku berê Cîgirtiya Wezîrê Karên Derve dikir bû nûnerê daîmî ê nû ê Rûsyayê li NYê.

    Nebenzya ê 55 salî, li Zanîngeha Moscowê a ku girêdayî Wezareta Karên Dervê ya Rûsyayê beşa têkiliyên navnetewî (MGİMO) xwendiye.

    Nebenzya, berê li Newyork û Cenvreyê weke diplomat karên cûr be cûr kar kirine, ji 2013an û vir ve weke Cîgîrê Wezîrê Karên Derve dixebitî.

    Çurkin ku li NYê weke nûnertiya daîmi ya Rûsyayê bi rê ve dibir di 20ê Sibatê de li ofîsa xwe ya li Amerîkayê bi şubheya krîza dil rakiribûn nexweşxaneyê û tevî hemû mudaxalayên tibbî jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Almanya ji mueyîdeyên DYA yên li hember Rûsyayê bi endîşe ye
    Almanyayê bo mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê hişyar kir
    Rojnamevanê Rûsî: Tirkiyê berî niha jî ji Rûsyayê çek kirîn
    Malikî: Em dixwazin hêzeke leşkerî ya berçav a Rûsyayê li Iraqê hebe
    'Standina S-400î ya Tirkiye, tê wateya têkçûna Amerîkayê li hemberî Rûsyayê'
    Etîketan:
    eşkere, daîmî, nûner, Kremlîn, Vasîliy Nebenzya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de