23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Tesîsa xaza sirûştî

    Fitch: Dibe mueyîdeyên Amerîkayê bandoreke erênî li Gazpromê bike

    © Sputnik/ Sergey Kozlov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Dîrektorê Fitch Ratingsê Dmitriy Marinçenko, diyar kir ku bergiriyên ku Amerîkayê li ser xetên gazê yên ku Rûsya ava dike, wê kartêkirineke erênî li ser rewşa aborî ya şirketa Gazproma rûsî bike.

    Marîçenko ji Spûtnikê re eşkere kir ku her çi qas der hêviyan be jî, jêqerîna avakirina xetên xazê, dibe ku hinekî jî be bi awayekî erênî kar li rewşa aborî a şîrketê bike. Di rewşeke wisa de wê mesref kêm bibûna û Gazprom kêmtir deyndar bibûya."

    Pisporê rûsî got: "Heke ev qanûn bi awayê xwe yê niha were qebûlkirin projeya Herka Bakûr 2 û herwiha beşa duyemîn a Herka Tirkî heya demeke ne diyar dê were taloqkirin."

    Marîçenko di dirêjiya axaftina xwe de got: "Avakirina xetên nû ji aborî bêtir bi sedemên sîyasî ve girêdayî ne. Di warê îhracatê de kêmasiya Gazpromê nîne, rêgeha Ukrayna dixebite. Avakirina Herka Bakur 2 û Herka Tirkî ya beşa duyem, dê bihêle ku Gazprom Ukraynayê transît derbas bike û hinekî teserûfê bike. Lê ev yek wê dahatên şîrketê pir zêde neke."

    Di dengdana ku duh li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pek hat d,e pêşnûmaya qanûnê ku li ser zêdekirina bergiriyên li hember Rûsya, Îran û Koreya Bakur de, sînordariyên li ser Herka Bakûr 2 jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Gazprom dest bi înşaeta baskê duyem a Herka Tirkî kir
    Gazprom projeyên Herêma Kurdistanê li SPIEFê dê binirxîne
    Gazprom: Ji bo fînansoriya Herka Tirkî me dest bi hevdîtinan kir
    Gazprom, doz li hin şîrketên tirk vekir
    Gazprom ji bo Ewropayê buhayê firotina xazê zêde dike
    Etîketan:
    Gazprom, Dîrektorê Fitch Ratingsê, Dmitriy Marinçenko, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de