07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Aleksey Yerhov

    Balyozê rûsî Yerhov îro nameya pêbaweriyê pêşkêşî Erdogan dike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Aleksey Yerhovê ku wekî Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê hate tayînkirin îro nameya pêbaweriyê pêşkêşî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dike.

    Konstantîn Kosaçev
    © Sputnik/ Alexander Shalgina
    Aleksey Yerhov piştî kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov di Berfenbara 2016an ji aliyê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve wek Balyozê Enqereyê hat tayînkirin. Yerhov Serkonsolosê Rûsyayê yê Stenbolê berê bû û dê îro nameya pêbaweriyê pêşkêşî Serokomar Erdogan bike.

    Yerhov ji aliyê Serokomar Erdogan ve dê seet li 15.45an were pêşwazîkirin û piştî pêşkêşkirina nameya pêbaweriyê dê bi fermî dest bi wezîfeya xwe bike.

    Herwiha Serokomar Erdogan îro dê Balyozê Meksîkayê yê Stenbolê Cordova Tello jî qebûl bike. Tello jî dê nameya pêbaweriyê pêşkêşî Erdogan bike.

    Bi heman mijarî:

    Yerhov jî tevlî merasîma 15ê Tîrmehê ya li parlamentoyê dibe
    Yerhov: Pêşiya têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê vekiriye
    Yerhov bû balyozê nû yê Rûsyayê li Enqereyê
    Etîketan:
    Nameya pêbaweriyê, Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê, Aleksey Yerhov, Stenbolê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de