02:03 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Rusya Devlet Başkaın Vladimir Putin, Rusya ile Irak’ın askeri teknik alanda işbirliğine aktif şekilde devam ettiğini söyledi. 07.2017

    Pûtîn: Hevkariya teknîkî-leşkerî ya bi Iraqê re bi awayeke aktîf dewam dike

    © REUTERS/ Alexei Nikolsky
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku hevkariya di mijara teknîkî û leşkerî di navbera Rûsya-Iraqê de bi awayeke aktîf dewam dike.

    Pûtîn, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî el Malikî qebûl kir, "Em rewşa li Rojhilata Navîn bi baldarî dişopînin. Rewşeke zehmet li Iraqê û herêmê heye. Teqez em vê yeke dibinin."

    Pûtîn diyar kir ku têkiliya hevpar yê baş di mijara teknîkî-leşkerî di navbera her dua liyan de heye û got: "Gelek tişt bo hevkariya di warê aboriyê de hene. Lê di serî de hevkariya di warê teknîkî-leşkerî de dewam dike. Rûsya di wî warî de bi aktîf piştgiriya Iraqê dike."

    MALIKÎ: RÛSYA HILWEŞANDINA IRAQÊ Û SÛRIYEYÊ ASTENG KIR

    Malikî jî diyar kir ku Rûsya, hilweşandina Iraqê û Sûriyeyê ku berî li parçebûna Rojhilata Navîn vedike, asteng kir.

    Malikî got: "Rûsya li herêmê bi taybetî bandoreke muazzam bo astengiya hilweşandina herêmê, Iraq û Sûriyeyê kir. Ji bo vê yeke em ji dil sipasiya xwe pêşkeş dikin. Eger rola we nebûya, nexşereya herêmê hatibû guhertin."

    Bi heman mijarî:

    Malikî ji bo Rûsyayê: Nehêlin ku Sûriye parçe bibe
    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Ji bo dadgehkirina Nûrî Malikî kampanya hat destpêkirin
    ‘Malikî hewla xwe ya li dijî referanduma Kerkûkê derxist asta herî bilind'
    Etîketan:
    leşkerî, teknîkî, hevkarî, Nûrî El Malikî, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de