23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Firingî

    Rûsya ji bo rakirina qedexeyan dîroka civînê da

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Arkadiy Dvorkovîç di axaftina xwe ya ji bo rakirina qedexeya firingiyan de ragihand ku hevdîtin di 18ê Tebaxê de wê li bajarê Îzmîrê pêk were.

    Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Arkadiy Dvorkovîç di axaftina xwe de got: "Hevdîtina herî nêzîk ya rakirina qedexeya firingiyan wê di 18ê Tebaxê de li bajarê Îzmîrê pek were. Ji bo muzakerekirina rakirina qedexeya firingiyan em ê heyete bişînin. Li gorî encamên civînê em ê nirxandinekê bikin."

    ‘JI BO BIRYARA RAKIRIN AN JÎ DEWAMA QEDEXEYAN HÊ ZÛ YE'

    Arkadiy Dvorkovîç di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha ji bo biryara rakirin an jî dewamkirina qedexeyan hê zû ye. Lê hevdîtina heyetan a Îzmîrê ji bo vê mijarê dê berfireh be."

    Li gorî daxuyaniya Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê di hevdîtina 18ê Tebaxê ya Îzmîrê de wê hevkariya pîşesazî û enerjiyê jî were nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Li ber firingiyan bi çekan notirvaniya digrin
    Rûsya ji xeyrî firingiyan qedexeya hemû berhemên çandinî rakir
    Iraqê kirîna firingiyan ji Tirkiyeyê rawestand
    Zeybekçi: Bi Rûsyayê re ji xeyrî firingiyan hemû astengî hatin rakirin
    Enqere dixwaze ji bo firotina firingiyan Moskowê qanih bike
    Etîketan:
    Rûsyayê ji bo civînê dîrok da, Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê, Arkadiy Dvorkovîç, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de