23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Idlib - Sûriye

    Rûsya: Em plan dikin li Idlibê herêmên kêmkirina rageşiyê ava bikin

    © REUTERS/ KHALIL ASHAWI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serokê Hereketa Navendî ya Sererkaniya Artêşa Rûsyayê Orgeneral Sergey Rudskoy got, plana wan ew e ku li bajarê Idlib ê Sûriyê herêmên kêmkirina rageşiyê ava bikin.

    Rudskoy di civîna rojnamevanî de ragihand, hevdîtinên ji bo avakirina herêmên kêmkirina rageşiyê li Idlibê, berdewam dikin û piştî dawîya hevdîtinan jî ew dê xebatên bi şêweyê Astanayê bidomînin.

    Rudskoy wiha axivî: "Di hevdîtinê Astana 5ê ya serê meha Tîrmehê de, li ser avakirina herêmên kêmkirina rageşiyê li Hums û Gutaya Rojhilat lihevkirin çêbû. Ji bo li Idlibê jî herêmên kêmkirina rageşiyê werin avakirin hevdîtin didomin."

    'LI IDLIBÊ 2 XALÊN KONTROLÊ 4 JÎ YÊN ÇAVDERIYÊ HENE'

    Rudskoy serkeftinên li qadê yên Rûsyayê û Artêşa Sûriyê bi bîr xistin û da xuyakirin, li herêma kêmkirina rageşiyê ya Gutaya Rojhilat 2 xalên kontrolê yên Rûsyayê hene û 4 jî xalên çavderiyê hatine danîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    Bizavkarê Êzidî: 1700 kes bi kirîna ji bazarên DAIŞê yên koleyan hatin rizgarkirin
    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin
    Li wî bajarê Tirkiyê operasyona DAIŞê: 5 kes hatin binçavkirin
    'Standina S-400î ya Tirkiye, tê wateya têkçûna Amerîkayê li hemberî Rûsyayê'
    Lavrov: Divê kurd, beşdarî pevajoya çareseriya li Sûriye bibin
    Berdevkê nû yê hikûmeta Tirkiyeyê hat diyarkirin
    Etîketan:
    Idlib, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de