17:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê / Ala Kurdistanê

    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 7010

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser biryara dengdana referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku li 25ê Îlonê birêve diçe got, ‘Divê Kurd mafên xwe yên meşrû, eynî wek yên gelên din di çarçoveya hiqûqa navdewletî de bixin jiyanê."

    'DIVÊ MAFÊN MEŞRÛ DI ÇARÇOVEYA HIQÛQA NAVDEWLETÎ DE BIN'

    Wezîrê Rûsyayê Lavrov di hevpeyvîna digel televizyona Rûdawê de, bal kişand ser ku Herêma Kurdistanê dema biryara referandûmê dide divê hemû encamên siyasî, aborî, jeopolîtîk û demografîk binirxîne û wiha got: ‘Divê Kurd mafên xwe yên meşrû, eynî wek yên gelên din di çarçoveya hiqûqa navdewletî de bixin jiyanê. Bi qasî em têdigihin ev biryara referandûmê ya ku rêveberiya Hewlêrê standiye jî vedihewîne nav xwe.'

    ‘BEXDA Û HEWLÊR GUNCAW BIBÎNIN EM AMADE BIBIN ALÎKAR'

    Lavrov da zanîn ku ew hêvî dikin Herêma Kurdistanê kêşeyên xwe bi rêya dîyalogê û li rêzikên lihevkirinê çareser bike û destnîşan kir: "Ger Bexda û Hewlêr guncaw bibînin, em ê ji wan re bibin alîkar ku ev pêvajo di çarçoveyeke asayî û rêzgirtina her du aliyan birêve biçe."

    ‘EM TÊKIYÊN BI KURDAN RE BÊYÎ ZIRARÊ BIDIN IRAQÊ DIMEŞÎNIN'

    Lavrov bi bîr xist ku di navbera Moskow û Kurdên Iraqê de pêwendiyeke kevneşopî ya dîrokî heye û got: "Bi hemû tevgerên siyasî yên Herêma Kurdistanê re pêwendiyên me hene û em vê bêyî ku zirarê bidin pêwendiyên xwe yên ligel Iraqê pêk tînin."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Bizavkarê Êzidî: 1700 kes bi kirîna ji bazarên DAIŞê yên koleyan hatin rizgarkirin
    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin
    Li wî bajarê Tirkiyê operasyona DAIŞê: 5 kes hatin binçavkirin
    'Standina S-400î ya Tirkiye, tê wateya têkçûna Amerîkayê li hemberî Rûsyayê'
    Lavrov: Divê kurd, beşdarî pevajoya çareseriya li Sûriye bibin
    Berdevkê nû yê hikûmeta Tirkiyeyê hat diyarkirin
    Malikî ji bo Rûsyayê: Nehêlin ku Sûriye parçe bibe
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de