08:12 19 Cotmeh 2017
Zindî
    S-400

    'Standina S-400î ya Tirkiye, tê wateya têkçûna Amerîkayê li hemberî Rûsyayê'

    © Sputnik/ Sergei Malgavko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Ser edîtorê kovara Natsionalnaya Oborona (Parastina Neteweyî) Îgor Korotçenko fikarên Amerîkayê ya di derbarê standina S-400î ya Tirkiyeyê şîrove kir, herdem hinceta fikarên Washingtonê çêbûne. Pisporê rûsî destnîşan kir ku Amerîka têkoşîna ku bi Rûsyayê re dimeşîne winda kiriye.

    Fikara Amerîkayê ya di derbarê pergala parastina hewayî S-400î ku Tirkiye plan dike ji Rûsyayê bistîne, bi daxuyaniya Serokê Serfermandariya Amerîkayê Joseph Dunfordê dîsa hat rojevê.

    Dunford ragihandibû ku nûçeyên di derbarê standina pergala parastina moşekên S-400î ji Rûsyayê ya Tirkiyeyê rastiyan nade nişandan, eger ev yek rast be bo Amerîkayê dibe sedema fikaran. Korotçenko daxuyaniya Dunford ji Sputnikê re nirxand û got: "Eger yek div ê mijarê de aciz dibe, divê şirketên pîşesazî-leşkerî yên amerîkî ku li hemberî şirketa parastin û hewayî ya rûsî ku ketiye têkoşînê winda kiriye, aciz bibe. Lewre endamê NATOyê Tirkiye pergala rûsî dibijêre. Ev hilbijartin dide nîşandan ku divê mijarê de Rûsya ji Amerîkayê borandiye. Tirkiye pergala herî baş ê bazara cîhanê distîne."

    ‘ERDOGAN JI BIRYARA XWE BAWER E'

    Korotçenko, diyar kir ku ev biryara Tirkiyeyê ya serbixwe ye û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji biyara xwe gelek bawer e.

    ‘S-400 LI DIJÎ RÛSYAYÊ NAYÊ BIKARANÎN'

    Korotçenko eşkere kir ku fikara wan di mijara bikaranîna li dijî Rûsyayê ya pergala S-400î li welatekî endamê NATOyê jî tine ne.

    Bi heman mijarî:

    RBK: Rûsya dixwaze heba moşekên S-400, bi 500 milyon dolaran bide Tirkiye
    Wezîrê Tirkiyeyê İşik: Xebatên me yên bi Rûsya re yên derbarê S-400 de gihişt bidawîbûnê
    Amerîka bi şandina S-400 û Su-35ên Rûsî bo Çînê ket metirsiyê
    Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye
    Wezîrê tirk: S-400 wê entegreye pergala NATOyê nebin
    Etîketan:
    standin, têkçûn, Sputnik, Îgor Korotçenko, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de