22:15 24 Îlon 2017
Zindî
    Mi-28N helikopteri

    'Nêçîrvanê Şevê' ku hat modernîzekirin di sala 2018an de dest bi peywirê dike

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Fermandarê Hêzên Hewayî yê Rûsyayê Vîktor Bondarev ragihand ku helîkoptera ‘Nêçîrvanê Şewê Mi-28NMê' bi du pîlot ku hatiye modernîzekirin, di sala 2018an de dê radestî Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsî bikin.

    Bondarev daxuyanî da xebatkarên çapameniyê yên beşdarî Fûara Fezayî û Hewayî ya Navneteweyî MAKS-2017an ku li bajarê Jûkovskî ya li herêma Moskowê hat lidarxistin. Bonderov got: "Paşxistina di derbarê Mi-28NMê tine ne. Helîkoptereke bêhempaye, bo me gelek mihûm e. Piştî ceribandinê dê di sala 2018an de radestî artêşê werin kirin."

    Bondarev bibîrxist ku ‘Nêçîrvanê Şevê' bi du pîlot in û eşkere kir ku helikopter derfeta perwerdehiya pîlotên ciwan jî dide.

    Nêçîrvanê Şevê Mi-28NM û Mi-28N ku hat modernîzekirin, di sala 2009an de hat dîzaynkirin. Di helîkoptera nû de çekên hesas jî tên bikaranîn.

    Fûara Fezayî û Hewayî ya Navneteweyî MAKS-2017an ku li bajarê Jûkovskî ya li herêma Moskowê ku di 18ê Temuzê de hat lidarxistin, îro bidawî dibe.

    Bi heman mijarî:

    Çekên herî bi bandor ên Artêşa Rûsyayê
    ‘Amadehiya provokasyona çekên kimyewî li Derayê tê kirin'
    Serfermandar: Ti kes nikare çekên giran ji Pêşmerge bistîne
    FARCê hemû çekên xwe radestî NYê kir
    Etîketan:
    helîkopter, Vîktor Bondarev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de