08:38 17 Cotmeh 2017
Zindî
    RT Russia Today

    Russia Today: Hûn çiqas temaşe bikin, wê Clinton ewqas aciz bibe

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Televizyona Rûsî Russia Today (RT), li balafirgehên Moskowê panoyên reklamê yên ku henekê xwe bi îdiayên destwerdana hilbijartinên Amerîkayê dike, bicih kirin.

    Di nivîsên ser panoyan de hat gotin, ‘Hûn çiqas temaşe bikin, wê Hillary Clinton ewqas acik bibe.' hat nivîsandin ku van panoyan bala medya Amerîkî û bikarhênerên medya civakî jî kişand ser xwe.

    RTyê bersiva îdiayên; destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên seroktiyê de û êrîşên sîber bi ser Amerîkayê de, bi panoyên ku henekê xwe bi wan îdiayan dike da.

    Li ser yek ji wan panoyan nivîsên wekî; ‘Gelo we xwe negihanda balafirê? Gelo we hilbijartin winda kir? Bixin stûyê me!' cî girtin.

    Di panoyeke din de jî hat gotin, "Nêz bibin û bizanin bê careke din em plana hackirina çi dikin."

    ​Ev panoyên RTyê di medya Amerîkî de û medya civakî de bû sedema karvedaneke mezin û hat nîqaşkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Dîrektorê CIAyê Pompeo: Rûsya dixwaze li Sûriyê zirarê bide Amerîkayê
    Li Silêmaniyê 2 malbat pevçûn: 2 kuştî 8 birîndar
    Lavrov destdanîna ser milkên dîplomatîk wekî ‘xesp’ bi nav kir
    Pûtîn sê nirx û hêjayên jiyana xwe eşkere kirin
    Artêşa Amerîkayê di êrişa ezmanî de li leşkerên afxanî xist
    Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
    Tillerson di derbarê dorpêçiya li ser Qeterê de axivî
    Etîketan:
    Russia Today (RT), RT, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de