05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    'Lîstikên Amerîkayê bi milîtanan re li Sûriyeyê dê encamên ne diyar derxe holê'

    © AP Photo/ Czarek Sokolowski
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 60 0 0

    Cîgirê Dîrektorê Wezareta Enformasyon û Çapameniyê ya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Artiyom Kojîn ragihand ku li gorî hizra Moskowê lîstikên Amerîkayê yên bi milîtanên li Sûriyeyê re dê encamên nediyar ên siyasî û leşkerî derxe holê.

    Beriya niha rojnameya Washington Postê ku zanyariyên xwe spartibû çavkaniyên xwe eşkere kiribû ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump biçekkirin û perwerde kirina dijberiya Sûriyeyê ji aliye Îstîxbarata Navendî ve daye rawestandin.

    Nûnera Qesra Spî Sara Sanders ji rojnamevanan re rawestandina bernama CIAyê ya perwerdekirina dijberiya Sûriyeyê piştrar nekiribû.

    Nunera CIA ji RÎA Novostî re got: "Hûn dikarin binîvîsin ku me şîrovekirina vê mijarê redkir."

    Kojîn jî amajekir û got: `Bi giştî li ser pozîsiyona me derbarê lîstikên Amerîkayê bi milîtanên li Sûriyeyê re pir caran hatibu diyarkirin. Ev yek dibe encamên ne diyar yên siyasî û leşkerî derxîne holê`.

    ‘MILÎTANÊN KU AMERÎKA WAN PERWERDE KIR, BEŞDARÎ DAIŞê Û EL NUSRAYÊ BÛN'

    Siyasetmedar tekez kir kû Rûsya pir caran ji Waşhington daxwaz kiriye ku `terorîstên nerm û yên radîkal di nav de beşa El Qaîde û `El Nusra` ji hev dû veqetîne`.

    Kojîn wiha pêda çû: "Tê zanîn kû piraniya milîtanên ku Amerîka wan di çarçova bernama xwe ya bi navê `Fêrbike û araste bike` perwerde kirine, tevlê refên DAIŞê û El Nusrayê bûne. Ev dubarekirina ezmuna xemgîn ya Afxanistan û Libiyayê ye."

    Bi heman mijarî:

    "Dijberiya Sûriyeyê bi zanebûn qebûl nekir li pêşnûmaya Rûsyayê binere"
    Çekên dijberiya Sûriyeyê diçin ji DAIŞê re
    Dijberiya Sûriyeyê: Gotûbêjên Rûsya û komên çekdar encam neda
    Bogdanov: Pêdiviya Rûsyayê bi navbeynkaran tine ji bo bi dijberiya Sûriyeyê re bicive
    "Kerry ji dijberiya Sûriyeyê re: Divê Esad beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibe"
    Etîketan:
    dijberî, lîstik, CIA, DAIŞ, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Artiyom Kojîn, Sara Sanders, Donald Trump, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de